a photo of Aram Tigran

Aram Tigran

Çiyayê Gabaro

Çiyayê Gabaro, çiyayê Gebaro Ax tim bi derdo, bi kul û hawaro Tu ji xwe re bike piştî û baro Ema ne bê cî mane bêwaro Xewa min nayê, xewa min nayê Serê min têşê ji derdê dinyayê Birîna me kûr e derman lê nayê Kula şehîd Egîd ji dilê me dernayê Çiyayê Gabaro çiyakî bilind î Tu wê hêlîna şêr û piling î Çiyayê Kurda yî, bi nav û deng î Çima bindest bî, ta heya kengî? Hêsirê çava bes bibarîne Kulê miletê Kurdan birîn e Lingê neyara li ser xwe hilîne Kêfa dijmina li ser me neyne Tu roniya çavê me Kurda yî Tu hêrs û xofa van dijmina yî Ji Egîda re rê û dirb veke Dijminê xwe re mezela çê ke Gotin:Şerîf Muzîk: Aram Dîkran

Bêjebêje © 2015-2024