a photo of Aram Tigran

Aram Tigran

Çiyayê Me

Fikira ez birim çiyayê me Dîtina warga mala me Warê bav û kalê me Wê çewa bû halê me Mi dî bêriya pezê me Tendûra bi pêşiya me Dewsa çît û bergê me Navnîşanê mala me Fikira ez birim çiyayê me Dîtina warga mala me Warê bav û kalê me Wê çewa bû halê me Konê me yê mezin bû Pêncî stûnî bi rêz bû Li ser rê û dirba bû Bûy rêwiya star bû Fikira ez birim çiyayê me Dîtina warga mala me Warê bav û kalê me Wê çawa bû halê me Hêşiya kon da kulîn bû Rex kulînê stêr bû Ew jî qulba malê bû Du erd û rozganî bû Fikira ez birim çiyayê me Dîtina warga mala me Warê bav û kalê me Wê çawa bû halê me Ax lê dîwêr piş kon bû Koza berxa li rex bû Tewla hespê wan dûr bû Fêz da mexelê pêz bû Fikira ez birim çiyayê me Dîtina warga mala me Warê bav û kalê me Wê çawa bû halê me Gotin: Ehmedê Gogê Muzîk: Gelêrî

Bêjebêje © 2015-2024