a photo of Aram Tigran

Aram Tigran

Dayika min î delal

Dilê te fireh, çawa wek esman û beir(behir) Bona min ronahî dide şev roj û her car Hêlekanê dihejînî, lorî dibêjî Derdê kevn bîra xwe tînî, stêrka dirêjî(hêsira dirêjî) Dayik dayika min e, helal û delal Min ji cot kaniyê te vexwar şîrê zelal Dayik can dunê(dinê) de qet tune mîna te Min firk firk, vexwariye şerbeta te Min helal ke û zelal ke, ez im kurê te Heya sax im ji bîr nakim ew xweş keda te Derdê dayika min a delal zehf e û pir e Şev û roj xew nake ji bona qizan û kur e Destek dergûş destek hêlekan dihejîne Derdê kevn bîra xwe tîne stêrka dirijîne Gotin: Mecîdê Silêman Muzîk: Aram Dîkran

Bêjebêje © 2015-2024