a photo of Aram Tigran

Aram Tigran

Dê û bavê me

Werin em bigirin qedrê dê û bava Rind bişêkirînin, bi seet û gava Qedrê wan bigirin bi ronahiya çava Tim bêjin hezar car malî ava Ax dê û bavê me, ax dê û bavê me Dinê şêrîntir, ew in emirê me Emekê dê û bavê ser me gelek e Teib û xwîdana wan ne henek e Navê wan hilde, serê xwe nizim ke Xwedê me bêy wan tucara neke Navê dê û bavê gelek şêrîn e Baxça de gul e, rihan bibîn e(bêhne) Hez kî bigere, çar qurnê dinyayê Ciyê dê û bavê tu cara nayê Gotin û Muzîk: Aram Dîkran

Bêjebêje © 2015-2024