a photo of Aram Tigran

Aram Tigran

Delal hayê

Delal hayê, delal hayê, delal qurban Bejina te zirav tenik e û xweşik e ji tebîetê Were rûnê li bin darê me zeytûna Rêz bi rêz in xet bi xetê Heker(heger) qîma delal nayê Em herin bin dara ziyaretê Delal hayê, delal hayê Delal qurban ew fîstana(ê) kesk û sor û zer mil milî Li bejina te tê, ew morîkên sor gul gulî û rêzkirî Li ser eniyên te xweş tên Delal qurbana ez heyrana wê kembera te yê sor li piştê Delal hayê, delal hayê Delal qurban were em herim deşt û çiya Ji xwe re bikin laqirdiya Em ê rûnin li bin darê vê Beîva, bax û baxçên Sêv Hirmiya Heker qîma delal nayê em herin nêçîra pezkoviya Delal hayê delal hayê dewr û dewran li me nayê Gotin û Muzîk: Aram Dîkran

Bêjebêje © 2015-2024