a photo of Aram Tigran

Aram Tigran

Delala min

Delala min û her du xwişka xwe Hatin li ser qewil û sozê xwe Ji eşiq û hezkirina bi kêf û dilê xwe Ji hev re gotine derd û kulê xwe Delala min ji Kurdistan e Navê delalê Gulistan e Jê hez dikim bidim jê re dilo can e Her demê her car xweş e, ev jiyan e Delala min pirşeng û naz e Baqê gulê sor tilîsaz e Car carna dibê ji min re kul û gaz e Dil û cegerê wê, bi serfiraz e Navê Gulistan pir şêrîn e Bi dengê zelal hingivîn e Kilama dibê, hêsira dirijîne Derd û kulê xwe tim bîra xwe tîne Gotin: Feyroşah Haco Muzîk: Aram Dîkran

Bêjebêje © 2015-2024