a photo of Aram Tigran

Aram Tigran

Derdê dila

Derdê dila dil şewitiye dil birîndar e Bihar çû, payîz hat zer bû pelê dar e Xortanî çû pîr bû, nêz bû bêyçar e Pîr bûm her kes li min bû neyar e Jiyana min wekî hespê kehêl siwar e Wenda bûye bi lez duman ne efsar e Dinya li ber çavêm weko marê bijar e Dev û diran çûn çav kor bûn bi yekcar e Bûme wek berxê nav pence gurê har e Dinalim ez wek nexweşê birîndar e Ji ber pîrbûnê dil ketiye zarezar e Cegerxwîn im ji desrê welat mam bêpar e Kurdino rabin tev de ji xew bin hişyar e Gotin: Cegerxwîn Muzîk: Aram Dîkran

Bêjebêje © 2015-2024