a photo of Aram Tigran

Aram Tigran

Derdê welat

Gelî Kurdan îro Kurdistana delal ber bi ronahiyê ve diçe. Tovê jiyaneke nû şîn dibe û têkoşîna rizgariya mirovatiyê jî bilind dike. Ev jî cenga hebûna Kurdên hemdemî ye. Vê rastiya ku sê netewî afiranidiye hembêz bikin, biparêzin û heya serkeftinê bitekoşin. Eyan e ku şoreşa Kurdistan ji boy hemû gelên bindest bûye nimûneyek. Dilê Aram Dîkran jî bi vê têkoşîna we di ango rastiyê de dê tim bi we re be. Ez vê kaseta xwe diyarî rêberiya şoreşa Kurdistan dikim Derdê welat peyde dike jan û kulek Nav û dil ceger êşiya gelek gelek (Koro) Ey welato em heliyan Ceger li erdê riziyan Xwîn herikî û meşiyan Ey welato em bîr nakin derba xedar Dijmin li ser serê me bûye dîn û har Hezar sal in ser me bûye tim ezab e Ser serê me dike bextê zor xirab e Ey welato bes e hezar sal em mirin Terş û talanê me dijmin ji xwe re birin Gotin û Muzîk: Aram Dîkran

Bêjebêje © 2015-2024