Aram Tigran
Di baxan de
By: Ciwan
Di baxan de berim sorgul
Wekî bilbil dikim meyilê
Sehergahan dinalim ez
Eman Leylê, eman Leylê
Tu Leyla ez wekî Mecnûn
Stem pir kir li min gerdûn(
Çem ê dila Dicle û Ceyhûn
Felek heylê felek heylê
Tu şêrîn î, şeker ramîs
Bi ken her dem, dikî payîz
Tu Şêrîn î li cem Perwîz
Me dil Ferhad sed keylê
Bi nîşanî bi şêran î
Welatê rind û xopan î
Li te pîroz e şahan î
Bi bejin û kês im û şeylê
Li ser textê evînadaran
Nesîhaya ji dildara
Dil birîn bû ji dîndara
Gotin û Muzîk: Cegerxwîn