a photo of Aram Tigran

Aram Tigran

Dîlberê

Li baxê min bû zivistan Ay Dîlberê dêmgulistan Ax Dîlberê dêmgulistan Çilmisî gul, bax û bostan Wêran ez im malim xerab (Koro) Ax(way) dîlberê qe menale Feqiyê Teyran êdî kal e Nexweşekî pir bêhal e Tu him gul î, him rihan î Tu him derd î, him derman î Him hekîm î, him loqman î Wêran ez im malim xerab Ay(ax) dîlberê de tu zanî Kulîlk vebûn çiya û banî Bilbil pirs kir: Feqî kanî? Wêran ez im malim xerab Suphan ji navê te re tenê Xalek ji xala gerdenê Te ez dîn kirim berdam dinê Wêran ez im malim xerab Gotin: Feqiyê Teyran Muzîk: Aram Dîkran

Bêjebêje © 2015-2024