a photo of Aram Tigran

Aram Tigran

Dilo menal

Dilo menal xweş bihar e Quling dikin zarezar e Dibên rabin, temaşe kin Kurdistana we birîndar e Dilo menal buhar şîn e Ev dilê me kul birîn e Hele tu ji felekê pirs ke Ji Kurdan re çi xayîn e Dilo menal xweş havîn e Quling dikin qîr qîrîn e Dibên rabin temaşe kin Ev dinya we derewîn e Muzîk: Aram Dîkran Gotin: Eskerê Boyîk

Bêjebêje © 2015-2024