a photo of Aram Tigran

Aram Tigran

Dunya

Şeveke tarî dîlber nexweş ket Şevek dirêj bû roj dernediket Baran dibarî ewiran nediket Hemberî mirinê jiyan qels diket Dunya dunya dem û dewran e Çi qas dirêj be xewnek şevan e Çi qas biha be ew qas erzan e Firekî av e parekî nan e Derketim ji boy derman peyde kim Mi go belkî ez dîlberê rakim Mi çi zanî ku ez ê rê şaş kim Heya vegerim dîlber wenda kim Eger tu dîsa li min vegere Nîvê emirê min bibe ji xwe re Eger jiyan be ji min û te re Eger mirin be tenê ji min re Gotin: Hekîm Sefkan Muzîk: Aram Dîkran

Bêjebêje © 2015-2024