a photo of Aram Tigran

Aram Tigran

Em xortê Kurd in

Em xortê Kurd in li ser çiya ne Kurd in şoreşger in, Gerîla ne Şirîn hezkiriyê hevalan e Ji boy gelê xwe canfeda ne Serxwebûn û azadiya gelê me Barekî giran li ser milê me Hezaran şehîd naçin ji bîra me Bûye derd û kul nav dilê me Kurdistan deşt û çiya û gelî ne Partîzan rêzbirêz in bicî ne Nav şikeft û daran veşartî ne Tirsa wan ser dijmin dimîne Em şer dikin havîn zivistan Dimînin bêcî bêwaristan Em ê şer kin welat aza kin Dayika me yî şêrîn Kurdistan Gotin:Şervanên Azadiyê Awaz: Aram Dîkran

Bêjebêje © 2015-2024