a photo of Aram Tigran

Aram Tigran

Eman lê lê

Bi baxan dîlber im sorgul Wekî bilbil dikim meylê Sehergahan dinalim ez Aman leylê, aman leylê Tu Leyla ez wekî Mecnûn Stem kir pir li me gerdûn Çemê dila Dîcle û Ceyhûn Felek heylê, felek heylê Bi nîşanî bi şîranî Tu latê rind û xopan î Li te pîroz e şihanî Bi bejn û kêsim û şeylê Li ser textê evîndara Mesîha ye ji derda ra Dil birîn bû ji dîndara Te pirsek lê nekir qey lê Ceger xwîn bû ji dîndara Te pirsek lê nekir qey lê

Bêjebêje © 2015-2024