a photo of Aram Tigran

Aram Tigran

Evdalê

Evdalê dînê... Hemî çiya digo em çiya neee…..li min li min… Heyran... çiya digo em çiya ne qurban.. Çavê reş û belek diniya alemê Xwedê zane tim û tim bela ne, bimirim ay.. Evdal im yeman, bendewar im Xwedê, axx… ez aşiq im loo.. Her kesî yadê... dost û yarê xwe girtine vê kafirê, kafirbavê, yekî xwe girtiye wez û tu terkdane.. Ez xiramal im yeman, bendewar im Xwedê.... ax, ax … dilo dilkulo Diyarbekira şewitî gidyanê serberjêr e, li min, li min, li min… Ecem Gola Mîra Xûdê zane, ew meskena min û te di biniyê re qurban... Evdal im yeman, bendewar im Xwedê, ax dilo dilkulo Gotin û Muzîk: Hesen Cizîrî

Bêjebêje © 2015-2024