a photo of Aram Tigran

Aram Tigran

Ewrek hat

Ewrek hat ji Hekarê Gihîşt ava Berwarê Evîna qîz û xorta Bîna gula biharê Ewrek hat ji Amedê Ji çiyayê Serhedê Evîna qîz û xorta Ecêb hawara xwe tê Ewrek hat ji Mûş û Wanê Gihîşt ava Botanê Evîna qîz û xorta Xweş e li Kurdistanê Ewrek hat ji Sîpanê Gihîşt ava Botanê Evîna qîz û xorta Cîzîra wek takrîhanê

Bêjebêje © 2015-2024