
Aram Tigran
Ez ji xew rabûm
By: Ciwan
Ez ji xew rabûm, min gulfiroşek dî
Pir gelek şa bûm, gul bi dil didî
Gul bi dil didî….Gul bi dil didî
Hebû me yek dil, tev can û kul bûy
Ê gulperest bî, can û dil didî…
Bazar me kir, go: ser bi ser nadim!
Ê gulperest bî, can û dil didî…
Min go: kî didî can û dil bi gul?
Go ev bazar e, dil bi kul didî
Dil bi kul didî
Min can û dil dan, dil kiriye qêrîn
Go ho Cegerxwîn, dil bi gul didî
Dil bi gul didî
Gotin: Cegerxwîn
Meqam: Aram Dîkran