Aram Tigran
Ez sazbend im
Merd im, merd im, gelek merd im
Him dengbêj im, him sazbend im
Xem û xeyal ez ê berdim
Ji vir ha da ne bi derd im
Têla sazê xwe bijdînim
Ez bi sazê xwe amîn im
Kêfa xelqê ez ê bînim
Kêf û şahiyê em bibînin
Him dengbêj im, him sazbend im
Xem û xeyal ez ê berdim
Ji vir ha da ne bi derd im
Têla sazê min zirav e
Dengekî xweş wê jê rabe
Wê li dinyayê belav be
Dinya alem wê pê şa be
Him dengbêj im, him sazbend im
Xem û xeyal ez ê berdim
Ji vir ha da ne bi derd im
Lo sazbendo tu ji kur hatî
Bi xêr û silamet hatî
Bi vî sazî, vî meqamî
Kêf û şaya vî welatî
Him dengbêj im, him sazbend im
Xem û xeyal ez ê berdim
Ji vir ha da ne bi derd im