a photo of Aram Tigran

Aram Tigran

Feqîr ban kir

Bilind û rind çavreşa min Bejina te mêjî bir ji min Ew bejin û bala va delal Bi meş re were cem min Feqîr ban kir nayê malan Te lê xist rengek ji milan Ew agir û şewata te Xwe berda gurçik dilan Tu neyê ez ê dîn bibim Bêhal û bêhuner bibim Ji ber evîna tey delal Bêxweda û bêhêvî bibim(bim) Ez bîn kim ew guliya mor Maç bikim ji lêva te ya sor Bejina te wekî kulîlkan Tev de gewr û kesk û sor

Bêjebêje © 2015-2024