a photo of Aram Tigran

Aram Tigran

Gava têy

Ew çavên te yê mest û hêsirrêj Derd kulê min tu zêde dikî Te ez kirim wek mirovek gêj Ji dest diçim lê tu deng nakî Gava têy rûdinêy li kêleka min Tu mirov xort û ciwan dikî Lê ku maç dikî ji lêva(çavê) min Tu min wek serxweş û mest dikî Rabe were mala yara xwe Çarik helîn ji ser çavên xwe Bes e herî bêy wek mêvan Te ez kuştim bi bejin û bala xwe Dil ceger bûne wek ar pêt e Dişewitin tev ji derdê te Çi qas herim dûr kevin ji te Lê bîr nakim ew xweş dilê te

Bêjebêje © 2015-2024