Skip to main content
a photo of Aram Tigran

Aram Tigran

Gelo ew kî bû

By: Ciwan 146.2k BB · Top Contributor

Yek daket ji birca belek Horî perî çav belek Keziyê reş porê xelek Me hej mekar kir gelek [x2] Gelo bê ka ew kî bû Nebê yeke Botî bû Yan yeke Amedî bû Yan jî ew Serhedî bû Na wella Batmanî bû [x2] Şox û şeng hat binaze Bi evîn û dilxwaze Bûye teyreke baze Nizanim çi dixwaze [x2] Gelo bê ka ew kî bû Nebê yeke Botî bû Yan yeke Amedî bû Yan jî ew Serhedî bû Na wella Batmanî bû [x2] Şox û şenga go min dî Çav xezala bi kedî Kofî xwara Serhedî Xuda çû kes wê nedî [x2] Gelo bê ka ew kî bû Nebê yeke Botî bû Yan yeke Amedî bû Yan jî ew Serhedî bû Na wella Batmanî bû [x2]

Bêjebêje © 2015-2026