a photo of Aram Tigran

Aram Tigran

Gulnazê

Gulşêrînê Gulnazê Delalê gerdengazê Têlek ji têlê sazê lê Were mala me razê Gulnazê Gulbuharê Çima nayî êvarê Hewşa me siya darê lê Li bin dara Henarê Gulnazê fîstanmorê Rûkê te sêva sorê Tu li nav bostana jorê lê Te nabînim nav dorê Gulnazê çav binûrê Meşa te hûr û mûrê Dengê te pir şêrîn e lê Rihê te li nav tembûrê Gulnazê serkaniyan Gulçîçeka gundiyan Gulnazê ji min re bînin lo Dilê min ji ber êşiya Gotin û Muzîk: Aram Dîkran

Bêjebêje © 2015-2024