a photo of Aram Tigran

Aram Tigran

Gundê me pir biçûk e

Gundê me pir biçûk e Zivistan serma û pûk e Şev dirêj in roj kin in Kêf kêfa zava û bûk e Bihar bihar zû were Bila baran bibare Avê golan xweş rabin Dilê şivanan şa bin Pey biharê havîn e Dilê xortan bicî ne Di dawiyê şûxla palan Bêrê cotkaran li malan Piştî payîz havîn e Evîndaran li hev tîne Bihar de were zû ke Benda te zava û bûk e Gundê me gundek xweş e Mêvan hatin bimeş e Bijimirên sîh û şeş e Kêfa me îro xweş e Gotin: Cegerxwîn Awaz: Aram Dîkran

Bêjebêje © 2015-2024