a photo of Aram Tigran

Aram Tigran

Gundê Şamîramê

Li bestê ye gundê me Aliyê rastê geliyê me Binê te re kurik e Jorê topê kupik e Şên û xweş e gundê me Bax û rez e gundê me Rê û dirb e gundê me Xerîbdost e gundê me Xemlê te ne hemû tab Ka û kubar Şamîram Cotkanî ne gundê me Navê Enzel gundê me Zeviya Eynê pala te Seregola rewşa te Şên û xweş e gundê me Bax û rez e gundê me Rê û dirb e gundê me Xerîbdost e gundê me Xemlê te ne hemû tab Ka û kubar Şamîram Hesinî ne gundiyê te Navnamûs in gundiyê te Destemel in gundiyê te Hurmet siyan e bona te Şên û xweş e gundê me Bax û rez e gundê me Rê û dirb e gundê me Xerîbdost e gundê me Xemlê te ne hemû tab Ka û kubar Şamîram Navê şîrîn gundê me Qedîmiye warê me Xêr û cinet gundê me Her tim li ser zarê me Şên û xweş e gundê me Bax û rez e gundê me Rê û dirb e gundê me Xerîbdost e gundê me Xemlê tene hemû tab Ka û kubar Şamîram

Bêjebêje © 2015-2024