a photo of Aram Tigran

Aram Tigran

Here welatê bav û kalan

Dilo rabe ji nav koma neyaran Bes e rûnêy li ber kûşik û dîwaran Rabe here welatê bav û kalan Here nav pismamê xwe, ap û xalan Der û cînar xwişk û biran hevalan Dilo here cî warê ku tu dixwazî Here Botan here Şengal û Mazî Here deşt û çiyayê hêşîn newalan Here nav şivanan û tîp û çolan Derê zozana, kon û çît û hulan Dilo here nav karwanê koçeran Binêr ka çi lê anîne neyaran Li her cî rijiyaye xwîna şehîdan Xort û qîz in partîzan in li berxwedan Welat dayika me ye ji me re rih û can Seyda wek şalûl û bilbil dixwîne Dil û ceger tije kul û birîn e Ew kişyaye ji nav xort û cihalan Emrê wî çûye û ketiye şêst salan Şev û roj dinale wek pîr û kalan Gotin: Ebdulrehman Dure Awaz: Aram Dîkran

Bêjebêje © 2015-2024