a photo of Aram Tigran

Aram Tigran

Heval serok

Şoreş pêk tînim bi navê karker Çar hêlên welat bikin ceng û şer Xortên jêhatî bikin ceng û huner Hildin ala kesk û sor û zer Heval Serok serokê baz î Şoreş pêk anî bi serfiraz î Gelê Kurd rabin bikin gazî Gelê hêja ey hevalên delal Nexwazin meznahî zêr û mal Kesê piçûk re jî bêjin heval Rizgar bikin welat her çar alî Ez bawer im bi şoreşa gel Wê rizgar kin welat pel bi pel Boy çi ranabin birayê zexel Ji bo berdin neyarê çepel Kurdistana me xweş û şêrîn e Ev warê me ye neyar xwedî ne Em Kurd kole ne bê war û cî ne Ji şoreşa nû em bihêvî ne Serokê taze, ser mila baz e Ji bo gelê Kurd azadîxwaz e Rabû Serok serokê baz î Şoreş pêk anî bi serfiraz î Kurdistaneke azaddixwaz î Gelê Kurd rabin welat bi gazî Şoreş pêk anî ser navê karker Çar hêlê welat bûye ceng û şer Xortên jêhatî keçên bihuner Wan hilda ala kesk û sor û zer Rêzanên hêja rêberên delal Navên meznahî navên zêr û mal Dibêjin kesê biçûk jî heval Divên rizgar kin welat her çar al Kesên axa û beg tev birakuj in Xwedîeşîr in ji hev re dijin Bi neyaran tim gel dimijin Wê bi çi rengî serbixwe bijîn Ez bi bawerim ji şoreşa gel Wê rizgar bikin welat pel bi pel Bo çi ranabin birayên zexel Da em berdine neyarên çepel Li ber çava ye va em dibînin Deşt û çiya tev barut û xwîn in Kurdino bibin yek em Dilbirîn in Kesên ne yek bin bê war û jîn in Rêxistinên Kurd tev rabin hawar Dest bidin hev de bibin rizgar Çi rast û çi çep bûne yek neyar Wê Kurdan qir kin zû bibin şiyar Gotin: Dilbirîn Muzîk: Aram Dîkran

Bêjebêje © 2015-2024