a photo of Aram Tigran

Aram Tigran

Hevala Zîlan

Çirûska serxwebûn û azadiyê xwe li nava guhên perde tarî şevan dixe û xwe bi ber ziyareta berbanga sibehê ve radikişîne. Egîdî û mêrxasî ne karê her kesan e. Kî dikare xwe biteqîne? Kî dikare serê xwe li hember mirinê bilind ke û bibêje: ez va me? Loma jî keça Kurd Zîlan bi agirê bedena xwe tovê jiyaneke nû çand. Zîlan bihar e, Zîlan gul e, Zîlan nêrgiz û rîhan e. Guhdarên hêja û delal ez vê kaseta xwe diyarî pakrewana nemir hevala Zîlan û tevahiya gelê Kurd û Kurdistanê dikim Nivîskaro qelem bigire û binivîsîne Lat û texta ji qelema bineqişîne Pêşerojê ji me re mizgîn bîne Wek Zîlanê kesek nîn e Tu ji Kurdan re hem Zîlan î û dîlan î Tu bi xwe Kurd î, bi nav û deng şoreşvan î Li bajarê Dêrsimê da çawa hatî Wisa jî çûy bi mêvanî (Koro) Tu ronaya çavê min î(me yî) hevala jin tu Zîlanê Tu bûy şehîda şehîdan, nav dîroka Kurdistanê Te hilda jor kesk sor û zer ala rengîn Li hawirdor dengê bomba te kir teqîn Erd û esman tev dihejîn Kurdistanê Navê Zîlan bûye bengîn Wey tu bijî hevala şêrîn Zîlanê Kurdê cîhan boy te girtin xweş dîlanê Nav û dengê te belav bû li cihanê Bûy sembola berxwedanê Gotin û Muzîk: Aram Dîkran

Bêjebêje © 2015-2024