a photo of Aram Tigran

Aram Tigran

Hevalo loma meke

Lo hevalo loma meke Tu dilê xwe ji min sar meke Derd û kulê min pir kûr in Loqman hekîm jê fam nake Riya welatê me dûr e Dijmin li ser zor stûr e Ev çend sal e zilma dijmin Nav dilê me xwîn difûre Lo hevalo pir çeleng î Dewran li me bû derengî Kurdistanê xwîn dirije Rabe bibêje bike dengî Ev xerîbî pir dijwar e Ne me cî ye ne me war e Dikim nakim rê nabînim Birîna dilê min dijwar e Lo hevalo waye em hatin Em bi xemil û xêza welat in Ji çiya ne wek polat in Boy serxwebûn em xelat in Gotin: Şervanên Azadiyê Muzîk: Aram Dîkran

Bêjebêje © 2015-2024