a photo of Aram Tigran

Aram Tigran

Hey lê

Tu şêrîn î pir cihan î Lêv jê sorê erxewan î Kê bi wî rengî te li hev anî Wer nav destê min de danî (Koro) Hey lê hey lê şev û roja ez dihelim Xenekêşa xweş nivîsî Hîv û rojê lê diîsî Qelen pir e hezar kîsî Kes nikare te ramîsî Çavên belek çi mêrkuj in Lêvên bisor çi xwînmij in Bisk û kezî çi xwînrij in Dêm û enî pir paqij in Rabe ser xwe dilovanê Em derkevin ji zindanê Dest bidin dest te hozanê De em herin Kurdistanê

Bêjebêje © 2015-2024