a photo of Aram Tigran

Aram Tigran

Huba min

Ka ew beşer û bengzê te delalî Rûkê nermik û şermoka xalxalî Ka ew lêvê te yê mor mor ku hela Weka pençê tava sibê ye zelal Kesek tune deriyê dilê te veke Ax welato bi huba xwe te şa ke Tema lêvê soresosin qudretî Ser zimanêm nadim mi ra rihetî Qimîş nakim devê xwe vekim dua kim Tirsim bifire xalif e hunda kim Kesek tune deriyê dilê te veke Ax welato bi huba xwe te şa ke Singê sedef mîna baxê topkirî Mi ra bû saz, gav û saet nav da bûm Gerdena te dara miraz li tirî Pêşiya te bûm mi ra dibû şevbirîn Kesek tune deriyê dilê te veke Ax welato bi huba xwe te şa ke Huba leylan mi ra kaniya miraza Dil avdide qinyet dikir her qasa O çavê te yê reş mi ra nûr û şendan bû O li tirî mi ra sebr û doman bû Kesek tune deriyê dilê te veke Ax welato bi huba xwe te şa ke Zimanê te mifta dilê evîniyê Bangê nazik mi ra banga mizgîniyê Cot memikê te ziyareta cinetê Mi ra emr e û nîşana hurmetê Kesek tune deriyê dilê te veke Ax welato bi huba xwe te şa ke

Bêjebêje © 2015-2024