a photo of Aram Tigran

Aram Tigran

Jana birînê

Jana birînê pir dijwar e Dayik bavo zar e zar e Ev çi şîn e, çi zewal e Girîn hêsir nabe çar e Ji xew rabin li me hewar e Dayika şêrîn pir kobar e Dijmin wekî koremar e Serî jê kin, hemû jar e Artêşa me bi çekdar e Mîna şêr û pêt û ar e Gerîlayên me şiyar e Li ser çiya û zinar e Serî hildin, şer li dar e Kurdistanê ji me re star e Serok, partî, enî, artêş Bo serxwebûn tim li kar e Gotin: Seyîd Xan Muzîk: Aram Dîkran

Bêjebêje © 2015-2024