a photo of Aram Tigran

Aram Tigran

Ji xew rabin sibe ye

Ji xew rabin sibe ye Bihar e xweş baxçe ye Şabûna min û we ye Newroz sersala me ye Welat welatê me ye Cî merkez warê me ye Dor çiyê pêşmerge ye Newroz sersala me ye Ji xew rabin sibe ye Têrêja tavê de ye Kêf û şahî yê me ye Newroz sersala me ye Gulên sor rengereng geş in Dengê bilbilan xweş in Dost û yar tên dimeşin Nêrgiz şalûl serxweş in Awaz: Aram Dîkran

Bêjebêje © 2015-2024