a photo of Aram Tigran

Aram Tigran

Karbar î mircan î

Karbarî mircan î Bilbila baxçan î Çavreşê heyran î Keçika belan î Bê te çewa bikim Xemê xwe rêze kim Dûr va te mêze dikim Tu qîza bava yî, qîza meriya yî Gulan î, rihan î Rûnerma helan î Tu qîza mîra yî Bedewa kurda yî Bê te çewa bikim Xemê xwe rêze kim Dûr va te mêze dikim Tu qîza bava yî, qîza meriva yî Tu tava esman î Ronaya çavan î Melhema dilan î Tu ji min ra derman î Bê te çewa bikim Xemê xwe rêze kim Dûr va te mêze dikim Tu qîza bava yî, qîza meriva yî Tu dimsê hîza yî Xanima qîza yî Ti qîza zaza yî Gula nav reza yî Bê te çewa bikim Xemê xwe rêze kim Dûr va te mêze dikim Tu qîza bava yî, qîza meriya yî Gotin: Îşxanê Aslan(Bavê Nazê) Muzîk: Aram Dîkran

Bêjebêje © 2015-2024