a photo of Aram Tigran

Aram Tigran

Keç diçûne

Keç diçûne mêrgê o Keça çinî nêrgiz e Law diçûne mêrgê o Zarino werinê heliz e Keç diçûne mêrgê o Keça çinî rihanê Law diçûne mêrgê o Mêrga Deşta Rewanê Keç diçûne mêrgê o Keça çinî nêrgiz e Law diçûne mêrgê o Zarino werinê helize Keç diçûne mêrgê o Keça çinî çîçek e Law diçûne mêrgê o Bi hev ra bikin henek e Keç diçûne mêrgê o Keça çinî nêrgiz e Law diçûne mêrgê o Zarino werinê heliz e Keç diçûne çolê o Qesta gul û sosina Law diçûne çolê o Qesta berx û mêşina Keç diçûne mêrgê o Keça çinî nêrgiz e Law diçûne mêrgê o Zarino werinê heliz e Keç diçûne mêrgê o Keça çinîn bendikê Law diçûne mêrgê o Dîtin keça rindikê Keç diçûne mêrgê o Keça çinî nêrgiz e Law diçûne mêrgê o Zarino werinê heliz e Keç diçûne dîlanê Keça gundê Rewanê Law diçûne xwendinê Bajarê Yerewanê Keç diçûne mêrgê o Keça çinî nêrgiz e Law diçûne mêrgê o Zarino werinê heliz e

Bêjebêje © 2015-2024