a photo of Aram Tigran

Aram Tigran

Keçê dinê

Keçê dînê desmala min taxa we de wenda bûye Kê dîtiye, hilaniye zû bêjin min derengî ye Kurko dîno min sond xwarî, desmala te min nediye Kê dîtiye helaniye, ew dilê te ji te kiriye Keçê dînê desmala min wê reng renge Kurmancî ye Çûme Mûşê li wir dîtiye sûka jorê min kiriye Keçê dînê ji te hêvî ye, de zû bike derengî ye Kena te bêwujdanî ye, ez zanim devê te çi ye Kurko dîno ez bêwar im, ji derdê te Birîndar im Desmala te min hilaniye, bo dilê te hez kiriye

Bêjebêje © 2015-2024