a photo of Aram Tigran

Aram Tigran

Keçê ji bona te ez dîn im

Keçê ji bona te ez dîn im Kilama li ser te dertînim Çavên xwe li te digerînim Ez bawer nakim te bibînim Çavên xwe li te digerînim Ez bawer nakim te bibînim Sibê, nîvro, li ber êvarê Li hêviya te me li bin wê darê Wextê ez ji dûr va te dibînim Dil û hinav têne xwarê Wextê ez ji dûr va te dibînim Dil û hinav têne xwarê Keçê ji bona te ez dîn im Kilama li ser te dertînim Çavên xwe li te digerînim Ez bawer nakim te bibînim Çavên xwe li te digerînim Ez bawer nakim te bibînim Dibêm were çima nayê? Tu kevoka vê dinyayê Tu ji hêlina xwe dernayê Li ser te ewr e nabe sayî Tu ji hêlina xwe dernayê Li ser te ewr e nabe sayî Keçê ji bona te ez dîn im Kilama li ser te dertînim Çavên xwe li te digerînim Ez bawer nakim te bibînim Çavên xwe li te digerînim Ez bawer nakim te bibînim Navê tey xweş kê daniye? Rûkê tey sor li hev aniye! Birû û bijang kişandiye Dilê min ji ber helandî ye Birû û bijang kişandiye Dilê min ji ber helandî ye Keçê ji bona te ez dîn im Kilama li ser te dertînim Çavên xwe li te digerînim Ez bawer nakim te bibînim Çavên xwe li te digerînim Ez bawer nakim te bibînim

Bêjebêje © 2015-2024