Aram Tigran
Keçika hane
Yar were tu xwe ji min dûr meke
Zû bi zû min ji bîra meke
Sebra dilê xwe ji min ra veke
Eşqa dilê xera meke
Çavê min li keçika han e
Keç sekinî li ser ban e
Yar were tu meke van xema
Tu hizkirî her du dema
Yar were tu xwe ji min dûr meke
Zû bi zû min ji bîra meke
Sebra dilê xwe ji min ra veke
Eşqa dilê xera meke
Lê lê bedewê nav Helîmê
Xeberxweşê zarşîrînê
Delala min ew qolxozvan e
Ew kulîlka nava xan e
Yar were tu xwe ji min dûr meke
Zû bi zû min ji bîra meke
Sebra dilê xwe ji min ra veke
Eşqa dilê xera meke
Ax lê lê kewê dêmqemerê
Nesekine tu wê derê
De tu were biska zû zû şe ke
Çeva kilde nala berê
Yar were tu xwe ji min dûr meke
Zû bi zû min ji bîra meke
Sebra dilê xwe ji min ra veke
Eşqa dilê xera meke