a photo of Aram Tigran

Aram Tigran

Keko ez bilûrvan im

Sivik çû Bihara min Zer bû pelê dara min Dûr bi dûr çû yara min lo Ez(ax) nizanim çi bêjim?! (Koro) Keko ez bilûrvan im Dengê saza hozan im Ji bo ez dilgiran im lo Ax nizanim çi bêjim?! Keko ez Cegerxwîn im Dil bi kul û birîn im Wan ayatan dixwînim lo Lê(ax) nizanim çi bêjim?! Hemû desta bidin hev Xebat bikin roj û şev Ji dil dibêm ne bi dev lo Ez(ax) nizanim çi bêjim?! Çima hemû nabin yek Leşker naken lek bi lek Kanê ew Burcê Belek lo Lê(ax) nizanim çi bêjim?! Hirç ketine nava rez Gur ji hawir têne pez Ji xew rabin em bi lez lo Ez nizanim çi bêjim?! Gotin: Cegerxwîn Muzîk: Aram Dîkran

Bêjebêje © 2015-2024