a photo of Aram Tigran

Aram Tigran

Keko were

De wer were keko were Li welatê xwe vegere Xwişk û bira li hêviya te man Dilê wan tim bikeser e Dayik ji axîna te mir Kulê te mane di dil de Em jî wekî wê dinalin Ma qey dengê me nayê te Heta kengî tê bimînî Li(ew) welatê bê xan û cî? Keko ma qey tu nizanî Carek tu li xwe qe napirsî? Welat ew her hêlîna te ye Ku tu nikarî jê bifirî Ax û xwezî tim bi wê demê Roja ku tu li me vegerî Xwişk û bira li te bicivin Kul û keder ji dil derên Gotin:Gulistan Haco Awaz: Aram Dîkran

Bêjebêje © 2015-2024