a photo of Aram Tigran

Aram Tigran

Kengî Kurdistan

Kengî Kurdistan aza be rokê? Xelas be ji wê kula teyrokê Kengî wê bibe dewleta azad? Wê bibe xweyê bext û miraza Bax û baxçê me kirine deşta şêr Mal û milkê me hiştine bêmêr Mervê nexweş re lazim e derman Ku ber çavê wî reş nebe esman Dibên sebir ke rojek xweş wê bê Pey şevê vedibe nûra serê sibê Wexta qulingê dijmin sersing e Gelo wê Kurdan çawa sebir ke Kurdistanê de bi sal ziman e Kurd hebûn heta niha jî mane Rojek ji rojan wê çiya xeber din Cihabê gelek pirsê me bidin

Bêjebêje © 2015-2024