a photo of Aram Tigran

Aram Tigran

Kilamên dila

Sing û berê kewa gozel Elegyaz e Vê biharê wê xemiliye rez bi rez e Memikê yarê li bedelê cot kanî ne Xalê sûret mîna konê kurmacî ne Guliyê yarê mîna çaxê ber biharê Hev girtine fitil fitil têne xwarê Ezî li ser kewkubarê bengî xefûr Hilda dest e û lîlande sîmê tembûr Min go yarê tembûr destê min da heliya Were lawikê xwey kerem ke cotê guliya Go Beytûno por û guliyê min qumaş in Hingê mîna te bi sewda û bi haş in Cotê guliya bû cotemar li min vemîn Sazê min ket tilî û pêçiyê min lerizîn Mêrg û geliyê Elegyazê girtin dûman Nizam çima bihar li min bû zivistan Sing û berê kewa gozel Elegyaz e Vê biharê wê xemiliye rez bi rez e Memikê yarê li bedelê cot kanî ne Xalê sûret mîna konê kurmacî ne

Bêjebêje © 2015-2024