a photo of Aram Tigran

Aram Tigran

Kur û dê

Kur dibêje dayê çima dijmin bavê min girtiye? Ma qey bavo dizî kiriye an ku kesek ji wan kuştiye? Dayik dibê: na kurê min bavê te xortek ciwan e Dijmin ax welatê me bir vaye ew bi pêş ketiye Kur dibêje dayê çima dijmin bavê min girtiye? Ma qey bavo dizî kiriye an ku kesek ji wan kuştiye? Na kurê min li pêş bavo, li paş bavo karwan heye Hemû ji xwîna dijminê me ala Kurdan ax sor kiriye Kur dibêje dayê çima dijmin bavê min girtiye? Ma qey bavo dizî kiriye anku kesek ji wan kuştiye? Na kurê min bavo tu car, ew dizîn kuştin nekiriye Serxwebûna welatê Kurdan kar û pêşxweziya(1) wî bûye Kur dibêje dayê çima dijmin bavê min girtiye? Ma qey bavo dizî kiriye an ku kesek ji wan kuştiye? Na kurê min ne bi kuştin û ne bi girtin û zindana ye Hingî hebe em xwedîwelat in, axa bav û kalê me ye Xweziya yekê, yekemîn xwezî û daxwaz

Bêjebêje © 2015-2024