a photo of Aram Tigran

Aram Tigran

Kurdî xweş e

Kurdî xweş e xweş e Wek gula sor geş e Tak rihan bibîne Ew ji mi(me) re şêrîn e Dinya Kurdan nas kir Zimanê wê hez kir Zimanê dê Kurdî Dilê teva xweş kir Bilbil çû ser darê Bi Kurdî go: yarê Mêrên Kurdan werin Bibin hunerkarê Kurmancî sorgul e (Li) ser darê bilbil e Ser dara şîn geş bû Vekir sor simbil e Awaz: Aram Dîkran

Bêjebêje © 2015-2024