a photo of Aram Tigran

Aram Tigran

Kurdistan şêrîn e

Kurdistan şêrîn e welatê me ye Ew barê giran e, tim para me ye Rast e mirin kuştin li pêşiya me ye Lê serxwebûna welat li hêviya me ye Rabin dest bavêjin, rext û tifinga Êriş bikin wekî şêr û pilinga Dijminan derxin, zorê bidin bi denga Tim herin pêş, bi dest û dev û lingan Bi tanka û topa bikin êrişa Girê din her çar dora xwe terîşa(tiraşa) Tev de hûn in, hûn in xweş kin van tîşa De werin em bi hev re derman kin êşa E(z) ji gelê Kurdan gelek hêvî me Boy şoreşê, bi dil û can rêwî me Rast e ez ne tî me û ne birçî me Lê ji boy welatê xwe re mirî me Muzîk: Aram Dîkran

Bêjebêje © 2015-2024