a photo of Aram Tigran

Aram Tigran

Kurdistanê

Dilê min î birîndar e Kerba dike zarezar e Kurdistanê mij dûman e Ax kula min çi giran e Ezê bimirim ji van kula Bînin ji mi re baqê gula Bêjin lawê Kurdistanê Ji te re şandin gulê hanê Kurdistan te ez bîr nakim Nava dilê xwe cîwar kim Heya sax im rûka dinê Miletê Kurd ez ê şa kim Kurdistan tu çi şêrîn î Tim bi deşt û çiyayê hêşîn î Bi gul û çîçek û beybûn î Car carna kêfa me tînî Gotin: Karlênê Çaçanî Muzîk: Aram Dîkran

Bêjebêje © 2015-2024