a photo of Aram Tigran

Aram Tigran

Lêv şêrîna min

Tu hatî lêv şêrîna min Evîn û devzêrîna min Were xweş ke birîna min Tu ser çavê me hatî Bi dîdara xwe pir rind î Birû hîv û şeker qend î Di wê rê de te ne min dî Bi bejna xwe şemşad î Xezal û sed evîndar im Di vê rê de Birîndar im Bi qêrîn û bi hewar im Tenê ez xweş jêhatî Dema çek da bi şîranî Me can û dil li ser danî Rabû li xwe tev danî Te qatek danî ser xanî Gotin:Cegerxwîn

Bêjebêje © 2015-2024