a photo of Aram Tigran

Aram Tigran

Leylanê

Leylanê buhar e çîçekê bihare Tav derketiye de tu were Buhar e rengîn e gul jî bengîn e Leylanê were halê min tu nîn e Ax de Leylan, Leylan, Leylan emirê min î Tu şemal î, diteysî, şewqa te da dilê min Boy wê şewqê wez şewitîm, were Leylan mala min Leylanê sorgulê sosinê bihar e Dilê min (ji) kerba zarezar e De tu were Leylanê zû bike Min nehêle vira tenê vê biharê Bi vê xemê dilşikestî, stûxwar e Ax de Leylan, Leylan, Leylan emirê min î Ava zelal dixulxule, wekî dilê te nîn e Gerdenzerê, gula dinê, biha bê te tu nîn e Leylanê neçe, neçe, neçe Nazdarê neçe, neçe, neçe De tu were neçe neçe neçe Were Leylan de tu were Leylan neçe bextê te me Dinya ronî bê te mi re heram e Ax de Leylan, Leylan, Leylan... emirê min î Gera golê min kon danî, ez heyîbîm ji kerbê te Gulê bedew pir vebûne, dîsa ketim bextê te Gotin: Îşxanê Aslan(Bavê Nazê) Muzîk: Aram Dîkran

Bêjebêje © 2015-2024