Aram Tigran
Lo lo pismamo
Lo lo pismamo
Çima dey nakî?
Serê xwe carek
Bilind ranakî?
Serê xwe carek
Bilind ranakî?
Eskerê dujmin
Li çiyayê jor in
Weke xweşmêra
Ji hev bela nakî
Weke xweşmêra
Ji hev bela nakî
Şalê xerzanî
Rabe li xwe ke
Li pişta xwe girêde
Rext û fîşeke
Li pişta xwe girêde
Rext û fîşeke
Dotmama te me
Pisamê min î
Ji te re kil daye
Çavê belek e
Ji te re kil daye
Çavê belek e
Lo lo pismamo
Çima dey nakî?
Serê xwe carek
Bilind ranakî?
Serê xwe carek
Bilind ranakî?
Eskerê dujmin
Li çiyayê jor in
Weke xweşmêra
Ji hev bela nakî
Weke xweşmêra
Ji hev bela nakî
Lolo Pismamo
Haya te ji te be
Çarika minî reş
Li serê te be
Çarika minî reş
Li serê te be
Roja lêdanê
Mêr be li meydanê
Lêdan tim hebe
Reva te nebe
Lêdan tim hebe
Reva te nebe
Lo lo Pismamo
Zanim xweşmêr î
Pismamê Rostem
Yan Egîd şêr î
Pismamê Rostem
Yan Egîd şêr î
Roja lêdanê
Mêr be li meydanê
Mêr be li meydanê
Dotmam bi gorî
Mêr be li meydanê
Dotmam bi gorî