a photo of Aram Tigran

Aram Tigran

Merd im

Merd im, merd im, gelek merd im Him dengbêj im, him sazbend im Xem û xeyal, ez ê berdim Ji vir ha da, ne bi derd im Ji vir ha da, ne bi derd im Xem û xeyal, ez ê berdim Ji vir ha da, ne bi derd im Ji vir ha da, ne bi derd im Têla sazê xwe bişdînim Ez bi sazê xwe amin im Kêfa xelkê ez ê bînim Kêf û şahiyê em dibînin Kêf û şahiyê em dibînin Him dengbêj im, him sazbend im Xem û xeyal, ez ê berdim Ji vir ha da, ne bi derd im Têla sazê min zirav e Dengekî xweş wê jê rabe Wê li dinyayê belav be Dinya alem wê pê şa be Dinya alem wê pê şa be Him dengbêj im, him sazbend im Xem û xeyal, ez ê berdim Ji vir ha da, ne bi derd im Lo sazbendo tu ji kur hatî? Bi xêr û silamet hatî Bi vî sazî, bi vî miqamî Kêf û şahiya vî welatî Kêf û şahiya vî welatî Him dengbêj im, him sazbend im Xem û xeyal, ez ê berdim Ji vir ha da, ne bi derd im

Bêjebêje © 2015-2024