a photo of Aram Tigran

Aram Tigran

Mezlûm şêrê Kurdistan

Gelî cimaeta Kurdan, îro rewşa ku hûn tê de ne, ji do hîn zanetir, bihêztir û yekîtiyek hîn xurtir hûn dijîn. Ev pêşkeftin ji bo serkeftina gelê Kurdistan cara yekemîn e ku hûn serî hildidin û xwedî li pêşengiya xwe û şehîdên xwe derdikevin. We gelek mêrxas, fêris, egîd û qehreman ji bo serxwebûn û azadiyê dan û hîn jî didin. Ew ji we re bûn bîr û bawerî, bûn ronahiya rizgarkirina nîştiman. Ez hêvîdar im hûn ê li dû rêya rast, rêya hêja, pak a partiya xwe, serokatiya xwe ber bi welatekî demkoratîk, yekhev û serbixwe bi serê xwe yê çekdarî bigîjin heq û mafê xwe Dilê Aram Dîkran jî wê her fireh û geş bibe, bi dostanetiya xwe yî germ her li ba we be. Ez van kasetên xwe ji bo bibîranîna şehîdên azadiyê Mazlum, Egîd û hevalên din pêşkêşî we gelê Kurdistanê dikim Ax heval, xweş heval Mazlum şêrê Kurdistan Bû şehîdê welat, mêrxas pilingê cîhan Xweş heval Mazlum, ey Mazlum Ceger ji polat bûyî, çi serbest û piling Tim jîr û zane bûyî Berxwedan şev û roj tim û tim karê te bû Serxwebûna welat, xwestin û doza te bû Mizgîn li wan şehîdan, bidin Kurd û Kurdistan Dijminan, kedxwaran, em êdî nayên xapan

Bêjebêje © 2015-2024